TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekirê qeza çêbû: 6 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 09 adar 2021 04:39

PeyamaKurd – Li ser rêya nav bajarê Diyarbekirê li ser rêya Diyarbekir-Rihayê 3 otomobîl lihev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn. Halê yek ji birîndaran girane.

Piştî qezayê tîmên lezgîn yên tenduristiyê yên 112 ê û tîmên tarfîkê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxaneyên ji hev cuda û bi alîkariya polîsên trafîkê otomobîlên ku qeza kiribûn ji navar ê dane alî.

Parve bike: