Kurdistan
Li Diyarbekirê zilamekî pistî kurê xwe kust, jin û keça xwe jî bi giranî birîndar kir
PeyamaKurd - Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê zilamekî kurekî xwe bi kêrê kuşt û piştre hevjîn û keça xwe jî bi giranî birîndar kir.
Hat ragihandin ku îro Duşemê danê sibê li navçeya Kayapinar Taxa Huzurevler a Diyarbekirê, zilamekî 40 salî bi navê Mehmûd B. bi meqes û kêran êrîşî malbata xwe kir.
Li gorî agahiyan, wî zilamî kurekî xwe yê bi navê Mihemed B. (18 salî) kuşt, hevjîn û keça xwe jî bi giranî birîndar kir.
Rewşa her du birîndaran giran e tirsa wê heye her du jî can bidin. Herwiha du zarokên wî zilamî jî karîne xwe ji êrîşê rizgar bikin.
Zilamê êrîşkar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û li ser sedemên bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.