TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê biryara guhertina serokên 14 saredariyan hat dayîn

Admin H
Nivîskar
📅 27 cotmeh 2020 00:35

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 14 serokên şaredariyên li nav sînorê parêzgeha Duhokê têne guhertin ku ev qonaxa yekem e û guhertinên din jî wê bên kirin.

Hat ragihandin ku îro Duşemê Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter bi rêveberiyên şaredariyên parêzgeha Duhokê re civiya û biryar hat dayîn ku 14 serokên şaredariyên li sînorê parêzgeha Duhokê werin guhertin.

Herwiha li gor zanyariyan ev guhertina hatiye kirin qonaxa yekem e û piştî demekê li şaredariyên parêzgehê dê guhertinên din jî werin kirin.

Parve bike: