TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Duhokê di êrisa frokeyên Tirk de 2 sivîlan can da

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 08 adar 2024 17:12

PeyamaKurd - Di encama bombebarana frokeyên şer ên artêşa Tirk a li ser gundê Babula ya girêdayî bajarokê Şêladize yê Duhokê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk danê sibehê gundê Babula yê li quntara Çiyayê Garê ya li hemberî bajarokê Şêladize yê Duhokê bombebaran kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşê de welatiyên Herêma Kurdistanê yên bi navê Saîd Mubarek û Aras Ferec jiyana xwe ji dest dane. 

Her wiha hate ragihandin ku lawê Saîd Mubarekê ku canê xwe ji dest daye jî birîndar bûye.

Parve bike: