Kurdistan
Li Duhokê sewat: 4 dikan bi temamî sewitîn, zirareke mezin a madî çêbû
PeyamaKurd - Li navenda bajarê Duhokê yê Herêma Kurdistanê agir bi gelek dikanan ket û hejmarek dikan bi temamî şewitîn.
Li gorî zanyariyan îro Pêncşemê danê nîvro ji ber sedemeke nediyar agir bi dikaneke nava bajêr ya li Duhokê ket û agir li dikanên derdorê jî belav bû ku hat zanîn, 4 dikan bi temamî şewitîn.
Tîmên agirvemirandinê yên parêzgeha Duhokê destwerdana şewatê kirin û şewat hat kontrolkirin.
Hat diyarkirin ku ji bilî 4 dikanên bi temamî şewitîne, ji ber duxanê ziyan gihîştiye klînîkeke bijîşkî û avahiyeke 3 qatî jî.
Li gorî lêkolînên destpêkê tê gumankirin ku ji ber temasa elektrîkê agir bi dikanan ketibe ku di encamê de bi sedan milyon dînar zirara madî çêbûye.