TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê 152 mamosteyên Kurd ji kar hatin dûrxistin

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2026 15:53

PeyamaKurd - Li Efrînê 152 mamosteyên Kurd ji kar hatin dûrxistin û mûçeyên wan hatin birîn.

Mamosteyan ragihandîye ku wan di salên koçberiya bi darê zorê de li deverên Rojavayê Kurdistanê û herêma Şehbayê erkên xwe yên mamostetiyê li gorî bernameya xwendinê ya Rêveberiya Xweser pêk anîne.

Tevî şert û mercên awarte yên koçberiyê jî wan xebatên xwe berdewam kiriye.

Mamosteyan destnîşan kir ku dema ew vegeriyan, wan soz wergirtibû ku mafên wan ên kar dê werin misogerkirin û meaşên wan dê piştî vegera wan berdewam bikin.

Lê mamoste dibêjin, biryara rawestandina mûçeyên wan û derxistina wan ji kar bêyî tu agahiyêke fermî hatîye dayîn.

Parve bike: