TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê 4 welatî hatin revandin û sêlandin

Admin H
Nivîskar
📅 30 rêbendan 2019 21:56

PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin rojane talan, dizî, revandin û şêlandina welatiyan berdewam dike.

Herî dawî ji aliyê komeke çekdarên girêdayî opozîsyona alîgirê Tirkiyê ve 4 welatiyên Efrînê hatin revandin û piştî destdanîna ser otomobîl û pereyên wan hatin berdan.

Li gor çavkaniyên herêmê, welatiyên Kurd ên bi navê Mihemed Selah Sîdo, Mihemed Mistefa Sîdo ji gundê Qota, Mihemed Ehmed Îbrahîm ji gundê Elî Kera û Dawûd Husên Îbiş ji gundê Kêla nêzîkî kompaniya avê ya gundê Kêla hatin revandin û piştî birina otombîlên wan û standina 500 hezar lîreyan hitan berdan.

Hêjayî gotinê ye, ji 18ê Adara 2018an ve ku Efrîn hatiye dagirkirin rojane bûyerên kuştin, revandin, şêlandin û talanê berdewam dikin ku civaka navdewletî ji vê yekê re bêdeng e.

Parve bike: