TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 kes revandin

Admin L
Nivîskar
📅 28 berfanbar 2020 14:45

PeyamaKurd Li gundekî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên girêdayî Tirkiyê, bi armanca standina fidyeyê, 2 kes revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihand, çekdarên mîlîşya Sultan Silêman (Emşat) roja 24ê vê mehê du bira (Neşet û Sidqî Hac Îbrahîm Şêxo) li navçeya Şiyê revandin.

Rêxistina Mafên Mirova sedema revandina her du birayan de da zanîn, çekdarên Emşat bihane girtine ku wan her du birayan bêyî ku Serokê Koma Emşat Ebû Emşê agahdar bikin, darên zeytûnê yên xwişkên xwe yên li derveyî gund in çinîne.

Herwiha hat diyarkirin, ew her du bira rastî eşkenceyên hovane hatine û çekdaran fidya 800 Dolarên Amerîkî li her yekî ji wan sepandine.

Hejayî bibîrxistinê ye, hefteya borî çekdarên koma Cebhe El-Şamiyê, bajarokê Mabeta xistibû dorpêçeke tund, li welatiyên sivîl didan û zêdetir ji 60 welatiyên sivîl jî revandibûn.

Parve bike: