Li Efrînê jineke Kurd a ducanî ji ber îskenceya lê hatibû kirin can da
PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, jineke Kurd a ducanî piştî îşkenceya giran a lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku jineke Kurd di jêr îşkenceya îstixbaratên Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de can daye.
Rêxistinê diyar kir ku roja Duşemê, 11 Îlonê, Istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl, welatiya Kurd Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî, ji gundê Qube Hemşelik ser bi Racoyê girtine.
Jina navborî ducanî bûye û di meha şeşem a ducaniyê de bûye û ligel hevjînê wê Xelîl Nasan ê 36 salî û 2 kesên din hatine girtin û ji bo navenda istixbarata Tirkiyê, dibistana Emîr Xûbarî, hatine birin û ew 6 demjimêran hatine îşkencedan û di encama îşkenceyê de jina Kurd bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.
Kesên hatine girtin di heman rojê de hatine berdan, lê ji ber îşkenceya giran jina ducanî piştî çend rojan can daye.