TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Gesepêdanê hat vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2023 21:24

PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), îro 4ê Tîrmeha 2023yan di çarçoveya zincîreya çalakiyên xwe yên mirovî de, li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê vekir.

Di merasîma vekirina Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê ya Efrînê de, hejmarek rewşenbîr û kesayetên naskirî beşdarî kirin.

Hat diyarkirin ku wê li vê navendê di qonaxa yekem de çalakiyên cuda ji bo zarok û xwendekaran bên kirin, wek fêrkirina zimanan, xulên fêrkirina mûzîk û hunera xêzkirinê.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF9 piştî erdheja wêranker a 6ê Sibata 2023an ku ziyaneke mezin gihandiye herêma Efrînê, 10ê Sibata 2023an wek yekem dezgeha alîkariyên mirovî bi hawara mexdûrên erdhejê ve gihîştibû û alîkariyên xwe yên mirovî bi vekirina ofîsekê re heta niha jî berdewam dike.

Parve bike: