TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Elezîzê bi hêza 4.1 li Wanê jî bi hêza 3.8 erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2020 20:30

PeyamaKurd Li li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.1 erdhej çêbû.

Li gor Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand, li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê, 11 kîlometre di bin erdê de, bi pileya 4.1 erdhej çêbû.

Hat diyarkirin, erdhej li bajar û bajarokên derdorê jî hatiye hestkirin.

Hêjayî gotinê ye, di 24ê Çileya 2020an de li parêzgehên Elezîz û Meletiyê erdhejek bi pileya 6.5 çêbûbû û di encama wê erdhejê de 37 kesan li Elezîzê û 41 kesan jî li Meletiyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Wanê jî bi hêza 3.8 erdhejek çêbû!

Hat ragihandin, îro li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê jî di saet 12:31ê de erdhejek bi pileya 3.8 çêbû.

Parve bike: