TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Elezîzê li pey hev 5 erdhej pêk hatin

Admin L
Nivîskar
📅 20 sibat 2023 13:32

PeyamaKurd – Li herêma erdhejê dimdar berdewam dikin. Li navçeya Palû ya Elezîzê 5 erdhejên li pey hev pêk hatin.

Li navçeya Palûya Elezîzê 5 erdhejên mezin ên dimdar li pey hev 4,8, 4,7, 4,6, 4,5 û 4,4 pêk hatin.

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, li navçeya Palu ya Elezîzê di saet 03.37an de erdhejeke bi hêza 4,7 pêk hat.

Erdhej 11 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Li heman herêmê saet di 03:39an de jî erdhejek bi lerza 4,8an pêk hat.

Li Palûyê saet di 04.07an da bi lerza 4,6an erdhejek pêk hat.

Saet di 05:29 de erdhejên 4,4 û 4,5 saet di 06:45 de pêk hatin.

Di erdhejên navenda Mereşê de heta niha 41 hezar û 20 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hat ragihandin ku piştî erdhejan 6 hezar û 212 erdhejên dimdar çêbûne.

Parve bike: