TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Enqerê zarokekî Êzidî radestî malbata wî kirin

Admin L
Nivîskar
📅 13 mijdar 2020 17:01

PeyamaKurd –  Zarokekî Êzidî li Enqerê radestî malbata wî kirin.

Li gor Balyozê Iraqê yê li Tirkiyê Hesen Cenabî diyar kir: ‘‘Ew zarokê Êzidî berî 7 salan, dayika wî ji aliyê DAIŞê ve hatiye dîlgirtin û bavê jî hatiye kuştin.

Zarok ji aliyê jineke Iraqî, ji yek salî ve hatiye wergirtin û heta niha li cem wê jina Iraqî mezin bûye.

Navê zarok Berzan Îbrahîm Xelef Emo El Ehmed e û radestî apê wî Emer Xelef El Ehmed hatiye kirin.

Balyozê Iraqê yê li Enqerê, spasiya wê jinê kir ku heft sal in Berzan mezin kiriye û herwiha spasiya kesên ku di dîtina malbata rastîn a zarok de xebitîne kir.

Parve bike: