TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Entabê bi helîkopter û 500 polîsan operasyona HDPê: 52 kes binçav kirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 mijdar 2019 19:55

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê bi piştgiriya helîkopterê û beşdariya bi qasî 500 polîsan li bajarê Dîlokê (Entab) operasyonên serdegirtina malan û avahiya HDPê hatin encamdan û gelek kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtina malan de Hevserokê Rêxistina HDPê ya Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê Rêxistina HDPa Şahînbey Mehmet Ozkan, rêveberên HDPê Mustafa Tunç û Hatîce Kuçuker jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin. 

Herwiha hêzên taybet û polîsan bi ser avahiyên HDPê yên Dîlok, Şahînbey û Şehîtkamîlê de jî girtin û dest danî ser gelek belge û dosyeyan. 

Parve bike: