Kurdistan
Li Erbîlê balafirekî bêmirov xistin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li payîxt Erbîlê li hewa balafirekî bê mirov tesbît kirin û xistin jêr. Îro seet li dora 15:20an, li esmanê Erbîlê tesbîta İHAyekî kirin û hêzên kooalîsyonê İHAyê xistin.
Do jî an ku di 24ê Tîrmeha 2026an de, 5 heb İHA li Erebîlê hatin xistin. Li gor tesbîtê; her 5 İHAyên avêtin ser Herêma Kurdistanê, ji gundewarên bajarê Mûsilê hatine avêtin.
Xwuyaye ku İHAyên davêjin herêma Kurdistanê ji aliyê grûbên ne rewa yên qaçax de tên avêtin ku bi ser Îranê ve ne.
Hukumeta Herêma Kurdistanê gelek caran ji hukumeta federal ya Bexdayê re gotiye ku ber li xebatên wan grûbên nerewa bigrin lê xwuya dike ku Bexda nikare bandora xwe zêde li ser wan grûbên terefdarê Îranê bike.