Li erebeyekî xistin û tê de 4 kes can dan
PeyamaKurd – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê li gundên Şarbajer di encama bombardimana erebeyekî de 4 kes mirin. Piştî bombebaranê agir bi daristanên der û dor ket.
Li gor ku qeymeqamê Çwarte Şaxo Osman ji Rûdawê re gotiye, bûyer li devera Şarbajer li gundê Rengîne çêbûye lê di derbarê bûyerê de xwediyê agahiyan nîne. Lê ji bo vemirandin agirê daristanê tîmên parastina sîvîl, îfaiye, hêzên ewlehiyê û tenduristiyê şandine ciyê bûyerê.
Agahiyeka dinê ku dane rûdawê; rêvebirê nehiya Zelanê ye ku ragihandiye di erebê de 4 kes hebûne û jiyana xwe ji dest dane. Heya niha tesbîta nasnama candayiyan nehatiye kirin.
Rûdaw radigihîne ku malperên nêzî PKKê ragihandine ku êrî ji terefê balafirên bê mirov (SİHA) yên artêşa Tirkiyê de hatiye kirin.