Kurdistan
Li Eyn Îsayê êrîşên li dijî Kurdan zêde dibin: Gefa bajêr biterikînin
PeyamaKurd - Li gorî raporên Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li navçeya Eyn Îsayê ya Reqayê yê Rojavayê Kurdistanê, êrîşên komên çekdar ên eşîran ên li dijî sivîlên Kurd gihîştine asteke xeternak.
Di bûyera herî dawî de, berberxaneyek hate wêrankirin û bi eşkereyî gef li xwediyê dikanê hate xwarin ku eger bajêr neterikîne dê were kuştin.
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku ev êrîş ne tenê rûdanên hêsan in, lê hewildanên ji bo derxistina malbatên Kurd ji bajêr in.
Tevî ku ev binpêkirin bi rojan e berdewam dikin, bêdengiya rayedarên ewlehiyê bûye sedema hêrs û nerazîbûneke mezin di nav civaka Kurd de.