TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Ezazê wesayîta bombebarkirî hat teqandin: 4 kustî, 20 birîndar

Admin H
Nivîskar
📅 20 tîrmeh 2020 01:20

PeyamaKurd – Îro Yekşemê danê êvarê li bajarokê Ezaz ê Sûriyê ku di bin kontrola Tirkiyê û çekdaran de ye, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên medya tirk di encama wê teqînê de 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî derbarê teqînê de ragihand ku erebeyeke bombebarkirî li nêzî çerxrêya bajarokê Seco (5 km dûrî bajarê Ezazê yê gundewarên bakurê Helebê) teqiya ku li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne.

SOHRê îro ragihandibû ku li bajarê Efrînê li ser rêya Cindirêsê mayînek bi erebeyeke leşkerî ya girêdayî çekdarên "Feyleq El-Şam" ve teqiya û zêdetirî 10 çekdar birîndar bûn.

Parve bike: