TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Farqînê qedexeya derketina derve hat ragihandin: Lesker ketin gundan

📅 06 tîrmeh 2019 12:39

PeyamaKurd - Li Farqînê di çarçoveya operasyona leşkerî de, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Leşker bi rêya parêzeran qedexe ragihand û ketin gundan. 

Li Farqîn a Amedê, li gelek gundan qedexeya derketina derve hat ragihandin. Bêyî Walîtiya Amedê û Qeymeqamtiya Farqînê der barê qedexeyê de daxuyaniyekê bidin, leşkeran gazî keyayên gundan kirin û bi rêya keyayan qedexe ragihandin.

Li gorî zanyariyên berdest; leşkeran ji keyayan xwestiye li gundan bi anonsê qedexeyê ragihînin. Piştî qedexe hat ragihandin leşker ketin gundan û operasyon dan destpêkirin.

Navê gundên qedexeya derketina derve li wan hatiye ragihandin ev in: Korît, Qewşan, Hacîca, Garisî, Weysikanê Jorîn, Weysikanê Jêrîn, Fêra, Girkinyat, Avanek û Siloq.

Parve bike: