Kurdistan
Li Germiyanê du car erdhej çêbû
PeyamaKurd- Li Başûrê Kurdistanê li Germiyanê li pey hev du car erdhej çêbû. Li ser erdhejê, li Kelarê pisporê erdhejê Sîrwan Salih bo BasNewsê ragihandiye ku erdheja yekem li Kelarê, siet di 11.38 an de bi pileya 3.7 û di bin erdê de bi kûrahiya 6 km yan de çêbûye.
Erdheja duyê car din li navçeya Kelarê siet di 11.43 deqeyan de, bi pileya 2.9, 10 km di bin erdê de çêbûye.