TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Geverê 3 erdhej: 4.4, 3.5 û 4.5

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2024 02:28

Peyama Kurd - Li bakurê Kurdistanê li navçeya Geverê ya girêdayî Colemêrgê sê erdhejên bi pileya Rexterê 4.4, 3.5 û 4.5 pêk hatin.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ya Tirkîyeyê ragihand ku li Gevera devera Colemergê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.4, 3.5 û 4.5 sê erdhej çê bûne.

AFADê ragihand ku li Geverê erdheja yekem di demjimêr 19.37an de 4.4 pileya Rêxterê, erdheja duyem di demjimêr 19.56an de 3.5 pileya Rêxterê û erdheja sêyem jî di demjimêr 20.15an de 4.5 pileya Rêxterê pêk hatîye.

AFADê da zanîn ku kurahiya erdhejan nêzîkî 7 kîlometir di jêrzemînê de bûye.

Jêderên herêmê ragihandin ku ev erdhej li hinek bajarên deverê û li herêmê jî hatine hestkirin. 

Parve bike: