TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî bombe bi wesayîta komên çekdar de hat teqandin: 2 kustî…

Admin H
Nivîskar
📅 02 berfanbar 2019 18:12

PeyamaKurd – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku hatiye dagirkirin, bombeyeke çandî bi komeke çekdarên bi ser Tirkiyê ve teqiya û 2 ji wan hatin kuştin, hejmarek jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina Rawengeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li ser rêya di navbera gundê Lubîde û Kifîfe li gundewarê Girê Spî bombeyeke vedayî bi otombêleke koma lîwa Sultan Osman ya ser bi Tirkiyê ve teqîya û di encam de 2 çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî bi giranî birîndar bûn.

 SOHRê daye xuyakirin ku ji destpêka operasyona Tirkiyê ya ser  Rojavayê Kurdistanê ve nêzîkî 400 çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatîne kuştin û bi dehan ji wan jî birîndar bûne.

Parve bike: