TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî derketina derve hat qedexe kirin

Admin H
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2020 01:54

PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên ji bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, li navenda bajêr, gundên wê û li navçeya Silûkê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gorî zanyariyan komên çekdarên girêdayî Tirkiyê destûrê nadin şênî pêdiviyên xwe yên jiyanî pêk bînin û bikirin.

Li ser sedema qedexekirina derketina derve ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

Artêşa Tirkiyê 9ê Cotmeha 2019an êrîşên dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî dabûn destpêkirin û li her du bajaran jî demografiya tê guhertin û malbatên komên çekdar têne bicihkirin.

Parve bike: