TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Girê Spî du grûpên çekdar bi hev ketin

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2023 18:20

PeyamaKurd - Li bajarê Girê Spî şer û pevçûn di navbera 2 grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de derketin û hinek çekdar hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, êvara roja yekşemê, şer û pevçûn di navbera çekdarên el-Cebhe el-Şamiye û Feyleqa el-Mecid de derketin.

Di encama şer û pevçûnan de ku li nav taxên nişteciyên bajarê Girê Spî derketine, 2 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, sedema şerê her du grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nakokiya li ser bazirganiya madeyên hişbir bûye.

Parve bike: