Kurdistan
Li Girê Spî motorsiklêteke bombekirî hat teqandin
PeyamaKurd – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin motorsiklêteke bombekirî hat teqandin.
Li gorî zanyariyan, motorsiklêta bombekirî li navenda qezaya Silûk a Girê Spî teqiyaye.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku di encama teqînê kesek hatiye kuştin û 4 kesên sivîl jî birîndar bûne.
Ji sala 2019an dema herdu bajarên Girî Spî û Serê Kaniyê hatine dagirkirin, heta niha, gelek caran teqînên bi vî rengî çêdibin ku komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve hêzên kurdî bi wan teqînan tohmetbar dikin.