Kurdistan
Li Girê Spî topa hawanê bi zarokan de teqîye: 2 zarok mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiye dagirkirin, topeke hawanê bi zarokan de teqiya.
Li gorî zanyariyan bûyer li gundê Um Hiwêş ê bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê rû daye û dema çend zarok bi cisma ku li erdê dîtibûn dileyîstin, bi wan de teqiyaye û du zarokan can daye.
Cisma ku teqiyaya topa hawanê ya ayîdê komên çekdar bûye ku herdu zarokan li cihê bûyerê can dane.