Kurdistan
Li girtîgeha Urmiyê 2 girtî hatin îdam kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 2 girtî hatin bidarvekirin.
Hat zanîn ku doh 17ê Tîrmehê li girtîgeha navendî ya Urmiyê 3 girtî, ku bi tohmeta kuştinê hatibûn girtin û bi qîsasê hatibûn mehkûmkirin, biribûn ber sêdarê.
Li gorî agahiyan, îro danê sibê 2 kes ji wan girtiyan hatin bidarvekirin, kesê din vegerandin girtîgehê ji ber ku malbata kuştî ew efû kiribû.
Kesên ku hatine bidarvekirin, Babek Eslanî û Muhsin Husênî bûn û yê din jî Meysem Sadiqî ye.