TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li goleta ser sînorê Sûriye 2 keçikên fetisî hatin dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 10 îlon 2022 22:40

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Akçakaleyê li ser sînorê Sûriyê, di navbera Akçakale û Girê Sipî de, nêzî dîwarê ser sînor ku berê ji xwe re li wê derê leyîstine, di ava gola avê de fetisandî hatin dîtin. Li gor agahiyên hatine dayîn; bûyer ber destê êvarê çêbûye. Ji ber êvarê her dû keçik heya dereng nehatine malê û malbat li wan geriyane û hem ji şaredariya navça Akçakalê di hoperlorê de bang kirine.

Her dû keçên wenda yên bi navên Irmak Kaymaz û Vaad İllen a ji Sûriyê, di nav ava gola ku ji baranê çêbûye de dîtin. Tîmên tenduristiyê li ciyê bûyerê tenefusa sûnî ji wan re kirine û hem birine nexweşxana dewletê ya Akçakalê. Lê her dû jî li nexweşxanê can dane.

Ji bo otopsiyê cesedê her dû keçikan birin morga Tib a Edlî ya bajarê Rihayê. Piştî otopsiyê cenazan teslîmê malbatan kirin û wan defin kirin.

Lêpirsîna di mijarê de dewam dike bê di bûyerê de qesd heye an na.

Parve bike: