TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Grê Spî ya Rojavayê Kurdistanê otomobîleke bombebarkirî teqiya

Admin L
Nivîskar
📅 20 tebax 2020 15:39

PeyamaKurd – Otomobîleke bombebarkirî li Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê teqiya.

Li gor çavkaniyên ji Rojavayê Kurdistanê, îro 20ê Tebaxê otomobîleke bombebarkirî li gund û warên Girê Spî hate teqandin.

Hat diyarkirin, di encama teqînê de 5 kes birîndar bûne. Herwiha heta niha tû rêxistinan berpirsyartiya êrîşê negirtiye ser xwe.

Li bajarokê Girê Spî ya ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye dagirkirin, demek dirêj e teqîn pêk tên.

 

Parve bike: