Kurdistan
Li Gulala kesekî hat kustin
PeyamaKurd - Li Başûrê Kurdistanê li navçeya Xaneqînê li nahiya Gulale kesekî 40 salî hat kuştin. Polîs kujerî desteser kir. Rêvebirê polîs ragihandiye ku kuştin bi sedema mijarekî civakî çêbûye û kujer niha di asta lêpirsînê de ye.
Li aliyê dinê berdevkê nexweşxana Gulala Ebdula Husên bo ajansa BasNewsê weha ragihandiye:
“ Îro piştî nîvro kesekî birîndar li dora 40 salî anîn nexweşxanê. Di bedena wî de çend birînên guleyan hebûn. Me hîn kir ku bi sedema mijareka civakî kuştin çêbûye.”