TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li gundekî Êzidî yê Efrînê çekdaran 5 sêniyên gund girtin

Admin L
Nivîskar
📅 07 berfanbar 2020 14:31

PeyamaKurd – Li gundê Basûfanê yê Êzidî yê navçeya Şêrawayê, milîsên “Feyleq El-Şam” hejmarek şênî, bi tohmeta tevlîbûna nava YPGê, girtin.

Li gor zanyariyên ji Afrinpostê, çekdarên “Feyleq El-Şam” roja Şemiyê 5ê Kanûnê, li gundê Basûfanê yê Êzidî dest bi pêngaveke desteserkirinê kirine û rasterast girtî birin zîndana gundê Îska yê heman navçeyê.

Şêniyên hatin girtin ev in;

  1. Elî Kazim Elî (22 salî)
  2. Basil Mamed Hisên (22 salî)
  3. Samir Mamed Hisên (35 salî)
  4. Dilbirîn Erebo bi nasnav (Dilo Erebo)
  5. Ehmed Hindî Hindî (32 salî)

Herwiha zanyarî destnîşan dikin, çekdaran demeke berê hejmareke xortên Kurd li gundê Basûfan û Buyê yên navçeya Şêrawa revandin û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Parve bike: