TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li gundên Rojava alên Tirkiyê tên hildan

Admin H
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2019 19:15

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê li gundên derdora Eyn Îsayê û derdora depoyên genim ên Şergirakê tevgera leşkerî zêde kiriye û li gorî dîmenên hatine tomarkirin, alên Tirkiyê wan deverên dagirkirî hatine hildan.

Li gorî dîmen û zanyariyên ku medya Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, li herêma derdora Eyn Îsayê artîşa Tirkiyê û komên çkedar êrîşên xwe bênavber didomînin û hewl didin herêmên ku dagir kirine berfireh bikin.

Hat diyarkirin ku liv û tevgera leşkerên Tirk li derodora depoyên genim ên Şergirakê ya navçeya Eyn Îsayê ya 100 merteyan dûrî rêya M4 berdewam dike û di dîmenan de diyar dibe ku artêşa Tirkiyê li ser rêya Hesekê-Heleb ya di navbera navçeya Eyn Îsayê de, li gundên ku dagir kirine alên xwe hildane.

Herwiha li gorî daxuyaniyên fermandariya HSDê jî êrîşên Tirkiyê û komên çekdar digel agirbestê jî berdewam dikin bi taybet li herêmên ser rêya navdewletî M4ê.

Parve bike: