TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li gundên Rojava dewriyeya Rûs-Tirk hat gerandin

Admin H
Nivîskar
📅 02 nîsan 2020 18:57

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirkiyê li gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê û gundên Zirganê dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.

Dewriye ji 4 panzêrên her du aliyan û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk dihat û vê sibê ji gundê Şêrikê yê 13 km li rojavayê navçeya Dirbêsiyê ku dikeve ser sînorê Sûriye-Tirkiyê, dest bi dewriyeyê kir.

Dewriyeya Rûs-Tirk ji gundê Kesra yê girêdayî navçeya Zirganê ber bi gundên rojava û rojhilatê navçeya Dirbêsiyê ve çûn û piştî gera xwe bi dawî kirin vegeriyan cihê destpêka dewriyeyê ku piştre jî panzêrên artêşa Tirkiyê vegeriyan nav sînorên xwe.

Parve bike: