Kurdistan
Li Hakkariyê ji bo 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê, parêzgehê kirina çalakiyan ji bo 15 rojan qedexe kir. Di nava çalakiyan de civîn, xwepêşandan, aheng, tiyatro, skeç, sînevîzyon û çalakiyên weka pandomîmê hene.
Qedexe fi 18 ê sibatê siete ji 00.01 ê heya roja 4 ê adarê siet 23.59 an ji bo 15 rojan hat ragihandin.
Îzna kirina her çalakiyekî bi îzna parêzgehê û hêzên ewlehiyê ve hat girêdan.