Kurdistan
Li Heftanînê 3 leskerên tirk hatin kustin, 7 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li devera Heftanîn ya Başûrê Kurdistanê 3 leşkerên wan di şerê PKKê de hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Wezareta Berevaniya Tirkiyê da xuyakirin ku îro di çarçoveya operasyona “Lep-3” de şer di navbera hêzên wan û PKKê de derketiye û 3 leşker hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
MSB herwiha diyar kir ku di êrîşa balafirên Tirkiyê de jî 9 PKKî hatine kuştin.