Kurdistan
Li Hekkariya qedexeya xwepêsanan
Parêzgeha Hekkariya bo xwepêşandanan, meş, vekirina stendan û tevgerên weka rûniştinê bo mehekî qedexe danî.
Her tevgereka weka cûreyên li jorê bi îzna Parêzgeha Hekkariya ve hatiye girêdan. Peyama parêzgehê ya nivîskî weha ye:
“Tevgera rûniştinê, greva birçîbûnê, vegirtina çadirê, danîna stendan û hwd.li parêzgeha Hekkariya, li navend û hemû navçeyên wê, di navbera 3 adarê û 1ê nîsanê de, bi erêkirina parêzgehê hatiye qedexekirin.”