TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Helebceyê pasewanekî Liqê 12 ê PDKê hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2021 16:59

PeyamaKurd – Li Helebceyê, Pasewanekî Liqê 12 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hat kuştin û cenazeyê wî jî îro li nahiya Sîrwan hat dîtin.

Li gor zanyariyan, polîsên parêzgeha Helebce îro danê sibê bi bûyereke kuştinê li nahiya Sîrwanê hatin agahdarkirin, ku cenazeyek li nêzîkî Rêveberiya Çûnûhatinê ya Sîrwanê hatiye dîtin.

Li gor zanyariyan, peyamnêra me, kesê hatiye kuştin, pasewanekî Liqê 12 ê PDKê ye û bi kêran hatiye kuştin.

Herwiha destnîşan kir, pasewanê hatiye kuştin 47 salî û bavê 3 zarokan e. Niha jî hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.

Parve bike: