TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê 3 kes di avê de fetisîn

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2022 04:20

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li devera Soran û Mêrgesorê 3 kesên ku ketibûn avê da xwe hînik bikin di avê de fetisîn. Berdevkê rêvebiriya berevaniya sîvîl ya li Soran Beyar Miheyeddîn ji Basnewsê re ragihandiye ku di 17 ê hezîranê de xortekî 36 salî yê bi navê Fettah Ferzende li devera Mêrgesorê di çemê Çamê de fetisiye.

Her weha car din di 17 ê hezîranê de danê sibê li devera Soran li Geliyê Elî Begê 2 xortên ku xwestine xwe hînik bikin ketine avê û di avê defesitîne lê navên her dû xortan nehat ragihandin.

Parve bike: