TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê bêhinvedana Cejina Remezanê diyar bû

Ruken güler
Nivîskar
📅 27 nîsan 2022 19:46

PeyamaKurd-Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rojên bêhinvedanê yên ji bo Cejina Remezanê eşkere kir. Li gorî biryara hat dayîn, dê bêhinvedana fermî 5 roj be.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil, biryara li ser betlaneya Cejina Remezanê eşkere kir. Adil da zanîn ku 5 roj, wekî betlaneya fermî hatiye ragihandin û dê bêhinvedan ji 1ê Gulanê heta 5ê Gulanê bidome.

Cotyar Adil da zanîn ku di 8ê Gulanê de jî dê hemû sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi dewamê bikin.

Hat zanîn ku li Herêma Kurdistanê, ji bilî roja îniyê li hinek saziyan roja şemiyê jî bêhinvedan e. Ji ber ku roja îniyê rastî 6ê Gulanê tê, roja şemiyê jî rastî 7ê Gulanê tê, loma dewama giştî di 8ê Gulanê de dest pê dike.

Parve bike: