Li Herêma Kurdistanê di maweya salekê de 77 kes di avan de xeniqîn
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê, di maweya salekê de 77 kes di çem û golan de xeniqîne.
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Muqedem Serbaz Serkewt Kareş ragihand ku ji destpêka îsal ve 77 kes di çem û golên Herêma Kurdistanê de xeniqîne.
Kareş da zanîn ku xeniqîna 77 kesan a îsal, rêjeya îsalê li gorî sala çûyî zêdetir kiriye û got: “Beşek ji wan kesên xeniqîne, xelkê Herêma Kurdistanê ne û hinek jî geştyar in. Qurbaniyên xeniqînê herî zêde li Hewlêr û rêveberiyên din ên serbixwe hatine tomarkirin.”
Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku ji destpêka îsal ve li Hewlêrê 17, li Silêmaniyê 11, li Soranê 12 û li rêveberiyên din ên serbixwe jî 37 kes xeniqîne.
Muqedem Serbaz Serkewt Kareş destnîşan kir ku tîmên rizgarkirinê li seranserê Herêma Kurdistanê, 152 kesan ji xeniqînê rizgar kirine.
Di 2023an de, li Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê 10, li Silêmaniyê 10, li Dihokê 10, li Helebceyê kesek, li Germiyanê 3, li Raperînê 12, li Soranê 6 û li Zaxoyê 9 kes, bi giştî 61 kes xeniqîbûn.