Li Herêma Kurdistanê hemû çalakîyên Newrozê hatin betalkirin
Peyamakurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber bûyera li Mûsilê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hat dîyarkirin ku li Herêma Kurdistanê ji ber bûyera li Mûsilê şîn hat hatîye ragihandin.
Îro înê (22.03.2019) Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê karesata li çemê Dîcleyê daxuyaniyek belav kir. Di peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatîye gotin: “Em xemgînî ya xwe radigehînîn bo karesat a can ji destdan a bi dehan kesan ji hemwelatîyên bajar ê Musilê ku duhî ji encam a wergerîna qayixekê di çemê Dicleyê da rû da.
Herweha di wê peyamê de dihê gotin: “Me her di destpêka bûyerê de hemû dezgehên peywendîdar ê tenduristî û tengavîyan raspartin ku ber hewar a xelkê û birîndaran ve biherin û em bi awayekî berdewam çavdêrîya rewşê dikin. Ev jî em bi erkê nîştîmanî û birayînî ya hevpişk dizanîn.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişikdar û hevpişka şênîya giştî ya Iraqêye û bi vê hilkeftê jî bizav û aheng ên fermî yên cejn a Newrozê diwestîne. Ji Xwedayê mezin dixwazin cihê qurbanyan behişta berfireh be û sebr û hedarîyê bide kesûkarên wan û hêvîya çakbûnê jî bo birîndaran dixwazin.”