TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê ji ber Kovid-19 ê 25 kes can dan

Admin M
Nivîskar
📅 29 tebax 2020 20:30

PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê, di nav 24 sietên dawiyê de 362 kes tûşî nexweşîna koronayê bûne û 25 nexweş jî can dane. Rewşa Kovid-19 ê ya herêma Kurdistanê ya herî dawiyê weha ye:

27.621 kes heya îro bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.

17.386 nexweş heya îro baş bûne.

  1.032 nexweş heya îro can dane.

  4.235 test îro hatine kirin.

     362 kes îro nexweş ketine.

       25 nexweş îro can dane.

     582 nexweş îro baş bûne.

Ji nexweşên ku can dane, li gor ciyên wan rêje wehaye: Li Hewlêrê 12, li Silêmaniyê 5, li Duhokê 3, li Germiyanê 3, li Raperînê 1 û li Helebçeyê 1 kes.

Parve bike: