Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê ji ber Kovid-19 ê 3 kes can dan
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber Kovid-19 ê li Herêma Kurdistanê di 19 ê adarê de 3 kes jiyana xwe ji dest dane. Jimarên wezaretê wehanin:
Jimarên Îro:
4.763 test îro hatin kirin
3 nexweş wefat kirin
41 pêketiyên îro hene
98 nexweş îro baş bûn
Jimarên heya îro:
4.097.638 test heya îro hatin kirin
426.013 nexweş heya îro baş bûn
2.231 nexweş dermankirina wan dewam dike
7.720 nexweş heya îro mirine.