Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê ji ber Kovid-19 ê 9 kes wefat kirin
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeyên Kovid-19 ê bi tabloyekî belav kir. Li gor tabloyê îro 9 kes bi sedema Kovid-19 ê wefat kirine û 673 kes testên wan posîtîv derketine an bi nexweşînê ketine. Rêjeyên wezaretê wehanin:
2.134.560 test heya îro hatine kirin.
187.118 test heya îro posîtîv derketine.
4.494 nexweş heya îro mirine.
174.825 nexweş heya îro baş bûne.
9 kes îro wefat kirine.
8.752 test îro hatine kirin.
673 testên îro posîtîv derketine.
464 nexweş îro baş bûne.
7.799 nexweş tedawiya wan dewam dike.
Jimara herî zêde ya îro, kesên bi Kovid-19 ê ketine li Duhokê ne û 334 kesin.