TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê ji bo destpêka perwerdehiyê biryareke nû hat standin

Admin H
Nivîskar
📅 08 rêbendan 2021 20:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê li Herêma Kurdistanê sedema belavbûna vîrûsa koronayê û peydabûna cûreya nû koronayê, heta 16ê Çile li dibistanan ders neyên dayîn.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêka meha Mijdar a 2020an biryara rawestandina perwerdehiya li dibistanan wergirtibû û herî dawî hatibû ragihandin ku wê rawestandina xwendinên di polê de ji bo meheke din dirêj bikin.

Li gorî biryara ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi sedema ku pêketinên korona di nav karmendên perwerdehiyê de zêde bûye, wê dersên rûbirû yên polê heta 16ê Çile li seranserê Herêma Kurdistanê di saziyên perwerdehiyê de rawestandî bimînin.

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, dê fermanên berê di pratîkê de bimînin heta ku tedbîrên nû werin diyarkirin.

Parve bike: