TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê ji bo jinan 3 nexwesxaneyên derûniyê tên avakirin

Ruken güler
Nivîskar
📅 20 nîsan 2022 18:55

PeyamaKurd-Li ser peywirdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, 3 nexweşxaneyên derûniyê yên jinan tên avakirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî û Wezîra Kar û Barên Civakî Kwêstan Mihemed, di çarçoveya projeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de îro civiyan. Di civînê de rênmayiyên hevbeş ên li ser qada tenduristî û civakî hatin destnîşankirin.

 Hat zanîn ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo cîbicîkirina projeyê budçe veqetandiye û vê budçeyê bi taybetî ji bo terxankirina pêdiviyan nîşan daye.

Parve bike: