TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê ji bo pistgiriya Rojavayê Kurdistanê xwepêsandan birêve diçin

📅 11 cotmeh 2019 14:05

PeyamaKurd - Ji bo şermezarkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, li Hewlêr û Silêmaniyê xwepêşandan hatin lidarxistin û xwepêşanderan daxwaza rawestandina êrîşê kirin.

Li parêzgeha Hewlêrê, hejmarek welatî ku piraniya wan xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekbûyî (NY) kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava nîşan dan.

Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kes li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê lidar xistin.

 

Parve bike: