TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê kesekî din ê bi vîrûsa korona hat tesbît kirin

Admin H
Nivîskar
📅 15 adar 2020 17:39

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku li Silêmaniyê kesekî din tûşî vîrûsa korona bûye.

Wezareta tenduristiya herêma Kurdistanê îro 15ê Adarê ragihand, di berdewama kontrol û testan de kesekî bi guman ê temen 46 salî, li bajarê Silêmaniyê eşekere bûye ku bi vîrusa korona COVID-19 ketiye ku ew kes zilam e.

Şeva borî jî wezareta tenduristiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû, ji bo 227 kesan test hatine kirin û 204 kes li Hewlêrê û 14 kes jî li Silêmaniyê û 9 kes jî li Duhokê testên wan hatine kirin û encam jî negatîf bûne.

Li herêma Kurdistanê heta niha 29 bûyerên vîrusa korona hene ku yek ji wan bi temamî baş bûye û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Parve bike: