Kurdistan
Li Herêma Kurdistanê ‘Odeya Zêr’ ava dibe
PeyamaKurd – Odeyeke taybet a zêran, wê ji aliye Sendîkaya Gewherfiroşên Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bê vekirin.
Li gor Berdevkê Sendîkaya Gewherfiroşên Kurdistanê Hendirên Wertê got, ji ber ku sendîkaya gewherfiroşan nikare tevahiya karûbarên kirîn û firotina zêran li Kurdistanê bike, me biryar daye ‘odeya zêr’ ava bikin.
Herwiha Hendirên Wertê diyar kir, li welatên pêşketî odeya zêr heye û çavkaniyeke girîng ya dahata wan welatan e.
Wertê da zanîn, daxwaza wan ya pêkanîna odeya zêr ji aliyê parêzgarê Hewlêrê ve hatiye pesendkirin, tenê pesendkirina encumena wezîran maye.