Kurdistan
Li Hesekê erdhej çêbû!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, li bajarê Hesekê yê Rojava, erdhejek bi pileya 4.5 çêbû.
Navenda Erdhejnasiya Ewropa-Behira Spî ragihand ku erdhejek bi pileya 4,5 23 kîlometir dûrî Hesekê çêbûye û hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.
Li gorî hat ragihandin, piştî erdhejê tu zirarên madî û canî nehatine ragihandin.